Xebatên sererastkirina Baxçeyê Giştî yê li Qamişloyê didomin û li gorî agahiyan wê di meha Tîrmehê bi dawî bibe.
TEV-ÇAND bi hevkariya Şaredariya Gel a Qamişlo û 2 aliyên dîtir Îlona 2025’an dest bi sererastkirina Baxçeyê Giştî yê li Qamişlo kiribû.
Ji Gulanê heta niha gelek komên axê ji bo daran ji bo ku erda baxçeyê pê rast bikin, derbasî baxçe kirine.
Her wiha xeta avê û kehrebeyê hate kişandin. Heta niha 350 şitilên daran hatine danîn.
Wê di demên pêş de piştî temamkirina sîstema kişandina avê, 500 şitilên din jî werin biçînin.
Li gorî agahiyên ku yek ji berpirsyarên sererastkirina baxçe ragihandiiye, xebatên çêkirina baxçe wê heta 15″ê Tîrmehê bi dawî bibin.
Heta niha 120 hezar dolar mesref lê hatiye xerçkirin.



