Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît Mafê Hêviyê û Pêvajoya “Aştî û civaka Demokratîk” ji ANF’ê re axivî.
Gulistan Kiliç Koçyîgît destnîşan kir ku hem ji bo mafê hêviyê hem jî ji bo pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk divê sererastkirinên hiqûqî bêyî derengxistinê bêne kirin.
Serokwekîla Koma DEM Partiyê û Parlamentera Mûşê Gulistan Kiliç Koçyîgît mafê hêviyê, karên li ser qanûna çarçoveyê ya ji bo Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ji ajansa ANF’ê re nirxand.
Gulistan Kiliç Koçyîgît diyar kir ku mercên azadî, ewlekarî û tenduristiyê yên Rêber Apo divê bi rengekî qanûnî bêne misogerkirin.
Her wekî destnîşan kir ku, mafê hêviyê ne tenê ji bo Rêber Apo ye, ji bo hemû girtiyên ku cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê yê girankirî li wan hatiye birîn mafekî gerdûnî ye.
Gulîstan Kiliç Koçyîgît: Rêber Apo di çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd de muxatabê bingehîn
Gulistan anî ziman ku, Rêber Apo di çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd de muxatabê bingehîn e û got:
“Di nava vê pêvajoyê de rêvebirê pêvajoyê û muxatabê çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd Birêz Ocalan bi xwe ye.
Dewamkirina mercên wî yên heyî, misogernekirina mercên azadî, ewlekarî û tenduristiyê, pêkneanîna mercên têkilîdanîn û ragihandinê ya azad, rast nîne.
Nêzîkatiya li Birêz Ocalan di heman demê de nêzîkatiya li çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd e.
Nêzîkatiya li paşeroja demokratîk a Tirkiyeyê ye, nêzîkatiya li daxwaza azadî, demokrasî û wekheviyê ya gelê Kurd e.
Gulistan Koçyîgît diyar kir ku, divê sererastkirina qanûnî bi lez bê kirin.
Gulîstan Kiliç Koçyîgît: Me hîn pêşnûmeya hikumetê nedîtine
Gulistan Kiliç Koçyîgît amaje bi pêşnûmeya hikumetê jî kir û wiha got:
“Hikumet dibêje ku ew kar dike, lê me hîn pêşnûmeya hikumetê nedîtine.
Hikumetê pêşnûme pêşkêşî me û raya giştî nekiriye.
Gulîstan Kiliç Koçyîgît: Weke DEM Partî pêşnûmeya me amade ye
Weke DEM Partî pêşnûmeya me amade ye.
Daxwaza me ku ev pêşnûme demek ji ya din zûtir ji aliyê hikumet û desthilatdariyê ve bê avakirin û em nîqaş bikin, bi hev re bişêwirin.”
Gulîstan Kiliç Koçyîgît: Bêyî wergirtina nêrîna Rêber Apo qanûna bê amadekirin nikare bi ser bikeve
Gulistan Kiliç Koçyîgît ragihand ku bêyî wergirtina nêrîna Rêber Apo qanûna bê amadekirin nikare bi ser bikeve.
Serokwekîla Koma DEM Partiyê û Parlamentera Mûşê Gulistan Kiliç Koçyîgît di dawiyê de diyar kir ku pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” divê bi hesabên siyasî yên rojane neyê nirxandin û got,
” Bi taybetî divê li gorî hesabên hilbijartinê qet neyê nirxandin.
Ev ne pêvajoyeke welê ye ku bibe qurbanê siyaseta rojane.”



