Deriyê Nisêbînê ê ku Nisêbîn û Qamişlo bi hev ve girê dide ji sala 2012’an û vir ve girtî ye.
Ji ber şerê navxweyî yê Sûriyeyê û sedemên ewlehiyê ev derî giritye.
Tevî ku di Adara 2026’an de hêviyeke mezin ji bo vekirina wê hebû, derî heta niha nehatiye vekirin.
Gelo çima heta niha derî nehatiye vekirin.?
Piştî 14 salan, çavê gelê herêmê li vekirina Deriyê Sînor ê Nisêbîn-Qamişlo bû.
Tevî daxuyaniyên fermî û amadekariyên teknîkî, derî hîn jî girtî ye.
Gelo astengiya li pêşiya vî deriyê dîrokî û aborî çi ye?
Bendewariya 14 salan û dîrokên hatine paşxistin
Sûriyeyê bi cihê xwe yê erdnîgarî yê girîng tê naskirin.
Ew xaleke hevgihînê ya girîng e di navbera parzemînên Asya, Afrîka û Ewropayê de.
Ji ber ku ew xaçerêyek3 li ser Rêya Hevrîşmê ya kevnar bû.
Sûriye di erdnîgariya cîhanî de wek deriyek ji bo veguhastina di navbera Rojhilat û Rojava de,
Bi rêya 23 deriyên sînor ên fermî cih digire.
– 5 derî bi Iraqê re , 10 bi Tirkiyeyê re . 6 bi Lubnanê re û 2 bi Urdunê re.
Piraniya van deriyan vekirî ne, lê hin ji ber sedemên cuda yên siyasî girtî ne.
Li parêzgeha Hesekê ku rûbera wê nêzîkî 23 hezar kîlometreçargoşe ye, 2 deriyên fermî bi Tirkiyeyê re hene .
Ji bakur ve li ser sînorê wê ye Tirkiyeyê deriyên Nîsebîn û Dirbêsiye hene .
3 derî jî bi Iraqê re li sînorê wê rojhilat û başûrê rojhilat hene.
Ev derî bûne xaleke girîg a dan û standina bazirganiyê li Rojhilata Navîn.
Bazirganiya di navbera Sûriyeyê û Tirkiyeyê de
Di sala 2011`an de berî ku deriyên sînor werin girtin gihaştiye nêzîkî 2 milyar dolarî.
Ev bazirganî bi giranî li 2 deriyên sereke bû; Nisêbîn û Bab El Hawa.
Her du welatan ji sala 2004`an vir ve peymaneke bazirganiya azad hebû .
Di sala 2007`an de hat pêkanîn û bû egera ku bazirganî bi qasî ji sedî 30 zêde bibe.
Ji sala 2011`an vir ve, li sînorê Sûriyeyê û Tirkiyê veguherînên mezin çêbûn.
Di dawiya sala 2012’an de, rejîma Baasê ya hilweşiyayî kontrola piraniya xeta sînor a bi Tirkiyeyê re.
Bi taybetî li bakurê Heleb, Idlib û Reqayê ji dest da.
Ev sînor piştre bû korîdoreke vekirî ji bo çekdarên biyanî yên ku dikevin Sûriyeyê bûne.
Operasyonên qaçaxçîtiyê di navbera salên 2012 û 2014`an de
Di navbera salên 2012 û 2014`an de, operasyonên qaçaxçîtiyê gihaştin lûtkeyê.
Veguhestina sivîlan bo Tirkiyeyê gelekî hêsan û erzan bû.
Berevajî vê, Tirkiyeyê di heman demê de û ji destpêkê ve,
Ji bo girtina hemû deriyên sînor ên bi herêmên Rêveberiya Xweser re xebitî.
Bi taybetî deriyê sînor ê fermî yê Nisêbînê.
Amadekariyên ji bo vekirina Deriyê Nisêbînê
Niha amadekariyên ji bo vekirina deriyê Nisêbînê li her du aliyên Sûriyeyê û Tirkiyê berdewam dikin.
Ev amadekarî di 2 rojên borî de zêde bûne.
Ji destnîşankirina xebatkaran bigire heta sazkirina kamerayên çavdêriyê.
Lê daxuyaniyeke zelal an piştrastkirina dîroka vekirinê nehatiye kirin.
Vekirina derî bi diyaloga di navbera Enqere û Şamê ve girêdayî ye.
Vekirina vî derî ne tenê daxwazeke siyasî ye, lê belê daxwazeke mezin a aborî ye.
Deriyê Nisêbînê rêya herî kurt e ku Tirkiyeyê bi Rojhilata Navîn û Iraqê ve girê dide.
Bi hezaran malbatên ku li her du aliyên sînor (Serxet û Binxet) dijîn, dixwazin bê asteng serdana hev bikin.



