Çavkaniyek taybet ji ajansa ANHA’yê re diyar kir ku deriyê sînorî yê Nisêbînê yê li Qamişloyê hefteya bê tê vekirin.
Li gorî agahiyan, deriyê sînorî yê di navbera Rojava û Bakurê Kurdistanê wê hefteya bê were vekirin.
Çavkanî got ku amadekarî ji bo vekirina deriyê sînor ê Nisêbînê ji aliyê Sûriyeyê û Tirkiyeyê ve nehatine rawestandin.
Ji tayînkirina karkeran bigire heta sazkirina kamerayên çavdêriyê di nav du rojên borî de, her tişt berdewam bû.
Deriyê Nisêbînê ji deriyên sînorî yên navendar li herêmê ye.
Di salên borî de demdemî dihat vekirin, bi taybet jî di 2016ˊan.
Lê wê demê desthilatên Tirkiyeyê derî li pêş tevgera sivîl û bazirganiyê bi temamî girt.



