Li nêzî gundê Eyn Dîwarê yê bajarê Dêrikê, zarokek di ava çemê Dicleyê de winda bû. Tîmên Awarte xebatên lêgerînê dewam dikin, xelkê gundên li keviyê çemê jî di lêgerînê de ye.
Zarokê bi navê Ebdullah Mihemed tevî hejmarek hevalên xwe ji bo seyranê berê xwe da gundê Eyn Dîwarê yê bajarê Dêrikê yê herêma Cizîrê. Lê beriya berê xwe bidin çemê Dicleyê ku avjeniyê bikin Ebdullah Mihemed winda bû.
Şênî û Tîmên Awarte dest bi xebatên lêgerînê yên dijwar kirin, lê heta niha zarok nehatiye dîtin.
Li herêmê, xelkê gundên li ser keviyên çemê Dicleyê tevî tîmên rizgarkirinê di xebatên lêgerînê de ne.
Zarok Ebdullah Mihemed tevî malbata xwe li Kampa Newroz a Dêrikê dimîne.



