Bi hezaran koçberên ji Serê Kaniyê li benda vegera li malên xwe ne.
Lê hêviyên wan ên vegerê ji ber rewşa milk û malên ku wan piştî koçberiyê li dû xwe hiştine, tên astengkirin.
Koçberên Serê Kaniyê diyar kirin ku kesên ketine malên wan ji bo derketina ji malên wan, pere dixwazin.
Koçberan dan zanîn ku ew ji hêla niştecihan ve ku niha li malên wan in, ve rastî zorbaziyê tên.
Niştecih ji bo valakirina mal û milkan pereyan dixwazin.
Koçberkî got, niştecih dibêjin komên çekdar ên li herêmê mal dane wan û ew mal êdî bûne milkên wan.
Lewma beramber valakirina wan, ji me pereyan dixwazin, carinan ji 3 hezar dolarî jî zêdetir dixwazin.
Di vê demê de ku vegera koçberan bo malan ketiye rojevê, niştecih daxwaza pereyan dikin, beramber ku xaniyan û kel û pelên wan xerab nekin.
Komîteya Koçberên Serêkaniyê diyar kir ku vegera şêniyan divê li gorî prensîbên ku rêzgirtina mafên şêniyên resen were pêkanîn û bê şert û merc milkên wan werin vegerandin.
Komîteyê bang li rayedarên peywendîdar û rêxistinên mafên mirovan kir ku berpirsyariyên xwe bigirin ser xwe, ji bo parastina mafên koçberan bixebitin, vegera wan a ewle û bi rûmet misoger bikin.



