Cotkarên Til Temir û gundewarê wî dest bi çinîna genim kir.
Hilberîn baş e, her donimek genimê avî 500 kîlo û 300 kîlo ji bo yê bejî berhem dide.
Cotkarên bajarê Til Temir û gundewarî wê dest bi çinîna genim kir.
Tê pêşbînkirin ku hilberîna demsalê çi bejî çi jî avî baş e.
Hejmarek cotkaran da zanîn ku her donimeke genima avî nêzî 500 kîlo dide û her donimeke bejî nêzî 300 kîlo dide.
Bi destpêkirina berhem çinînê re li herêmê tevgereke baş a patozan heye.
Cotkaran hewl didin zû genimê xwe biçinin da ku zirarên gengaz ên ji ber şewatan çênebin.
Genim ji berhemên stratejîk li herêmê ye. Ji ber ku jêdera sereke ya rizqê ye û ewlekariya xurekê ya herêmî xurt dike.



