Ahmet Baran Çelîk: Abdullah Ocalan aktorekî girîng e

Parêzer, siyasetmedar û rêxistinên sivîl derbarî tecrîda girankirî li dijî Rêber Apo nêrînên xwe anîn ziman û gotin:
“Heke em di nava piştevaniyê de bin dikarin tecrîda li dijî Rêber Apo rakin.

Yek ji parêzerên ku ji bo hevdîtina bi Rêber Apo û girtiyên din re serî li Wezaretê da, endamê OHD’ê Ahmet Baran Çelîk têkildarî polîtîkaya tecrîdê ya li Îmraliyê nirxandin kir.

Çelîk destnîşan kir ku Abdullah Ocalan di serî de gelê kurd ji bo gelên Tirkiyê û Rojhilata Navîn girîng e û got:

“Bi dawîkirina tecrîda li ser Ocalan ji bo gelan gelek girîng e.

Armanca bingehîn a çalakî û aktîvîteyên îro li dijî tecrîdê pêk tên jî ji ber pêdiviya bi aştiyê ye.”

Parêzer Çelîk: Divê qenalên têkiliyê ji Abdullah Ocalan re bên vekirin

Çelîk, da zanîn ku bêdengî dibe sedem ku tecrîd belavî hemû girtîgehan û civakê bibe û got:

“Ocalan têkildarî aştiya civakî û çareseriya civakî aktorekî girîng e.

Heke îro çareseriyek bê xwestin divê qenalên têkiliyê ji Abdullah Ocalan re bên vekirin.”

Dîlek Sonmez Demîr: Em bi piştevaniyê dikarin tecrîdê rakin

Hevseroka MA TUHAY-DER’ê Dîlek Sonmez Demîr jî bal kişand ser tecrîda mutleq a li dijî Rêber Apo û anî ziman ku tecrîda heyî belavî hemû girtîgehan bûye û got:

“Tecrîd veguheriye ‘îşkenceyeke sîstematîk.

Heke em di nava piştevaniyê de bin dikarin hem tecrîda li ser Abdullah Ocalan hem jî tecrîda li girtîgehan rakin.”

Parlamenter Eren: Polîtîkaya bingehîn a AKP’ê tecrîd e

Parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Amedê Serhat Eren destnîşan kir ku divê civaka li Tirkiyê li dijî tecrîda li Îmraliyê tê pêkanîn derkeve û got:

“Rastiya ku polîtîkaya çareseriyê ya birêz Ocalan di nava civakê de bersivê bibîne tê wateya qedandina AKP’ê.

Sedema tecrîdê ji fikara AKP’ê derdikeve û ditirse ku dengê birêz Ocalan bê bihîstin.”

Salîha Aydenîz: Têkoşîna li dijî tecrîdê divê encamê bigire

Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz jî bal kişand ser tecrîda giran a li dijî Rêber Apo û ev tişt anî ziman

“Tecrîda li ser Ocalan pêk tê ne di hiqûqê de ne di siyasetê de ne di exlaq û ne jî di hiqûqa gerdûnê de heye.

Tecrîd sûc tê hesibandin. Lê tifaqa AKP’ê hewl dide polîtîkaya xwe ya faşîst bi tecrîdê li ser gel mayînde bike.

Sedema krîzên heyî yên li Tirkiyê û Rojhilata Navîn tecrîd e û divê têkoşîna li dijî tecrîdê encamekê bigire.”

Back to top button