Dêrik-Stasyona Siwêdiyê 8 caran hate bombebarankirin

Ji 13’ê mehê ve dagirkeriya tirk êrişên xwe li ser xelkê bakur û rojhilatê Sûriyê nesekinandiye.
Ji Şehbayê heyanî bi Dêrikê bombebarana dagirkeriyê didome.
Dagirkeriya tirk bi taybet stasyonên kehrebe û petrolê bombebaran dike.

Herêm bê bombebarana dewleta tirk û êrişên wê derbas nabe.

Dagirkeriya tirk ji her alî ve hovîtiya xwe didomîne.

Ji 13’ê mehê ve ji Dêrikê û Tirbespiyê bigre, heta bi gundên Şehba êriş, bombebaran û topbaran ranewestiya ye.

Careke din êrişî binesaziya vê herêmê kir ku bi milyonan xelk debara xwe jê dikin.

Doh êvarê artêşa dagirker stasyona gazê ya Siwêdiyê ya li Dêrikê bombebaran kir.

Stasyona gazê dikeve navbera Girkêlegê û Dêrikê .

Di êrişa li ser stasyona Siwêdiyê de 2 karker birîndar bûn

Stasyon 8 caran bi balafirê bê mirova hat bombebarankirin.

Du tûrîbînên gazê yê Siwêdiyê bi temamî ji xizmetê derketin.

Tîmên agirkuj piştî êrişê berên xwe dan cihê bûyerê hewildan agir vemirînin.

Di encama êrişan de 2 karker birîndar bûn.

Tirbespiyê – Stasyona Udê ya petrolê û stasyona Kehrebê bû armanc

Li Tirbespiyê jî, bîrên gazê û petrolê, stasyona Udê ya petrol û stasyona kehrebê ya navçeyê hatin bombebaran kirin.

Navendên kehrebe û petrolê yên Rimêlan jî bûn armanca êrişan.

Depoyên çaksazkirina bîrên petrol û stasyona kehrebê ya li bajarok bombebaran kirin.

Ji ber bombebaranê Amûdê û Qamişlo bê av mane

Her wiha Dewleta Tirk êrişî Qamişlo jî kir.

Avahiyeke li taxa Sîna, avahiyek li taxa Alaya, maleke li naverasta Qamişlo nêzî Çerxerêya Sonî û sûka navendî bombebaran kir.

Navenda Asayişê ya bajar jî hat armancgirtin.

Di encama bombebaranê de, stasyonên avê yên navçeyên Amûde, Tirbespiye, Dêrik û 3 stasyonên avê yên Qamişlo rawestiyan û ev ev bajar bê av man e.

Şehba- Gundê Til Aneb û Şealê û balafirgeha Minix hate topbarankirin

Her wekî artêşa dagirker gundê Til aneb, Şealê û balafirgeha Minix a Şehbayê jî bombebaran kir.

Bandorên êrîşan li ser Bakur û Rojhilatê Sûrî

Back to top button