Girtîgeha Sînaa ya bajarê Hesekê ku çeteyên DAIŞ’ê têde girtî ne rastî êrişekê hat.
Girtîgeh li başûrê bajarê Hesekê ye.
Vê sibê saet 7:00`an girtîgeh bi moşekekê hat armancgirtin.
Di encamê de zirarên madî li avahiya girtîgehê bûn.
Li herêma derdora girtîgehê seferberî dest pê kir.
20`ê Çileya 2021`an şaneyên çeteyên DAIŞ`ê êriş girtîgehê kir. QSD`ê piştî hefteyekê êriş têk bir û şaneyên êrişker tune kir û careke din ewlehî li girtîgehê çêbû.