Ekadîmisyenên Ereb û Kurd raman û felsefeya Rêber Apo nîşaq kirin

Akadîmesyên Ereb û Kurd ji Rojhilata Navîn di riya bernameya Zoom raman û felsefeya Rûber Apo nîqaş kirin.
Akadîmesyen li ser zêdekirina kar ji bo hevdîtina bi Rêber Apo re li hev kirin.

Insyatîfa Ereb ya ji bo azadiya Rêber Apo û Akademiya Rêber Abdulllah Ocalan a Zaniyarên Civakî li ser bernameya Zûm panelek li dar xist.

Di panelê de raman û felsefe Rêber Apo bi teybet her 5 pirtûkên wî, tendurist û tekoşîna Rêbertî hatin nîqaşkirin.

Panel 4’ê Nîsanê roja rojbûna Rêber Apo di çarçoveya qonaxa 2. a ji pêngava “ji Rêber Apo re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî” hate lidar xistin.

Gelek Akadîmisyen, Pirofîsor, Nîvîskar û endamên isyatîf û akadimiyê yên kurd û Ereb ji Rojhilata Navîn û cîhanê amde bibûn.

Di serî de, parêzerê Rêber Apo Mezlûm Dînç mafê axaftinê girt û wiha behsa tecrîda li dijî Rêber Apo kir.

“26’ê salin Rêber di girtîgehê de, di bin tecrîdek ku wekî wê nehatiye kirin de ye.

Gelek caran me serlêdana Rêxistina Pêşîlêgirtina Îşkenceyê CPT, Dadgeha mafê Mirovan a Ewropa kir da ku em hevdîtinê bi miwekîlê xwe re bikin lê hemû hatin paşguhkirin.

Tecrîda ku niha li Imraliyê tê kirin li dijî hemû pîvanên navneteweyî ne.

Dewleta Tirk û dewletên ku piştgiriya wê dikin ji bo ku felsefeya Rêber Apê belav nebe tecrîdê girantir dikin.”

Şarezayê karûbarê siyasetên nasname û karûbarê Rojhilata Navîn Dr. Taha Elî jî diyar kir ku Rêber Apo doza gelê kurd ji asta qebîle û eşîre rakir û gihaşt asta neteweyekê.

Dr. Taha Elî eşkere kir ku Fikirê Rêber Apo ku girîngiyê dide civak û jinê ji hemû Felsefe û zanyarên berê cudatir e.

Yek ji beşdarê panelê nivîskar, rojnamevanê Misrî û Koordîneyê Inisyatîfa Ereb a ji bo azadiya Rêber Apo elhamî El-Melîcî jî ev tişt anî ziman:

çi kesê ku daxwaza mafê xwe û gelê xwe bike ji aliyê dewletên qirke tê girtin.

elhamî El-Melîcî azdîxwazên cîhanê ji rakirina tecrîdê bi wê xwesteka pêwîst ranebûn.

berovajî wê dengê bidawîkirina tecrîd û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ne di wê asta tê xwestin nehat bangkirin.

Her wiha di panelê de Hevserokê Zanîngeha Kobanê Şervan Muslim jî balkişand li ser giringiya fikirê Rêbertî û wiha got:

Niha Em li herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê ji bo pêkanîna şoreşek hişmendî dixebitin.

Şoreşa derûnî ya ku çanda jiyanê diguherîne û parvekirin, rêzgirtin û nepenîtiyê di aliyê fikrî û pratîkî de dihewîne.

Di dawiyê de, beşdaran li ser zêdebûna kar û xebatên di aliyê civakî, akademî û ragihandinê ku ji bo zext li dewleta Tirk bê kirin û rê li ber hevdîtina bi Rêber Apo re bê kirin, li hev kirin.

Back to top button