Hêzên Asayişê nasnameya du endamên xwe eşkere kir

Navenda Ragihandina Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi daxuyaniyên cuda nasnameya 2 endamên xwe eşkere kir.
Li gorî daxuyaniyan, Şehîd Ehmed Elferec li Minbic û şehîd Salih Etallah li Dêrazorê şehîd bû.

Navenda Ragihandina Giştî ya Hêzên Asayişê a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi du daxuyniyên cuda nasnameya şehadeta 2 endamê xwe eşkere kir.

Di daxuyaniyan de wiha hate gotin:

“Endamê me Ehmed El-ferec 4’ê Nîsanê dema erka xwe li Minbicê pêk tanî ji aliyê kesên nenas ve hate armancgirtin.

Di encamê de Ehemd giha asta şehadetê.

Hêzên Asayişê derbarê kesayeta şehîd Ehmed de, ev tişt anî ziman:

“Têkoşîna hevrêyê me bi hezkirina wî ya ji bo welat û dilsoziya ji bo azadiya malbat û gelê xwe diyar bû û li ser wê bingehê heta dawî xebatê xwe meşand.”

Navendê têkildarî nasnameya şehîd Salih Etallah jî weha got:

“Endamê me Salih Etallah jî dema ku li Dêra Zorê erka xwe bi cih tanî bû armanca kesên nenas û şehîd bû.

“Şehîd Salih Etallah dema beşdarî nava hêzên me bû, her tim bi dilsozî û dilpakî erkên xwe bi cih tanî.

Bi vîneke xurt dixebitî, heta gihişt asta şehadetê.

Navendê di her du daxuyaniyan de soza domandina rêka hevreyên xwe heta hilanîna tola wan da.

Li gorî daxuyaniyan nasnameya her du şehîdan wiha ye:

Nav û paşnav: Ehmed El-Ferec
Navê Bav: Cuma
Navê Dayikê: Zehra
Cih û Dîroka Civînê: Gundê El-Farat, Minbic, 23.12.2017
Cih û Dîroka Şehadetê: Gundê El-Farat, Minbic, 04.04.2024

Nav û paşnav: Salêh Etala
Navê Bav: Ewad
Navê Dayikê: Feyda
Cih û Dîroka Tevlêbûnê: Bisêre 4/3/2019
Cih û Dîroka Şehadetê: Ebrêha 04.04.2024

Li Minbicê du şehîd bi merasîmekê hatin oxirkirin

Ji bo oxirkirina şehîd Ehmed Elferec û şervanê Meclisa Leşkerî ya Minbicê şehîd Essaf Elîsa li goristana şehîdan a Minbicê merasîmek hate lidarxistin.

Di merasîma oxirkirinê de gelek axaftin hatin kirin û wiha hate gotin:

“Bi oxirkirina me ji van her du lehengan re, em xurtir dibin û sozê didin ku rêya wan heta dawiyê bişopînin.”

Piştre wesîqeyên şehadetê hatin xwendin û radestî malbatên wan hate kirin.

Asayiş: Hevriyê me Eyman Elî û Bassam El salêh li Dêra zorê şehîd bûn

Back to top button