Siyasetmedarên Herêmê: Girtina derî encama lihevkirina dijmin û xayînan e

Li dijî girtina deriyên sînor bertekên tund derdikevin ..Cîgirê Sekretêrê Partiya Pêşxistin û Guhartin a Demokratîk a Niştimanî Ebdullah El-Riwêşd, û Siyasetmedar Mihêdî Dixêm diyar kir ku êrişên dewleta Tirk a dagirker û girtina deriyên sînor ji aliyê PDK`ê ve planeke dewletên “Garantorên Astanayê” ye, her wiha hevpeymanek di navbera “Xayîn û dijmin” de li dijî projeya Rêveberiya Xweser e.

Li dijî girtina deriyê Sêmalka ji aliyê PDK’ê ve, gel nerazîbûnên xwe tîne ziman.

Siyasetmedar jî di heman demê de li dijî vî sûcî xwedî helwest in.

Ji wan, Cîgirê Sekreterê Partiya Pêşxistin û Guhartin a Demokratîk a Niştimanî Ebdullah El-Riwêşd e.

Ebdullah El-Riwêşd der barê girtina derî, armanc û encamên wê ji ajansa Hawarê re nirxandin kir.

Ebdullah El-Riwêşd diyar kir ku girtina deriyên mirovî kirineke derexlaqî ye û ev got :

“Kirinên vê dawiyê yên li dijî herêmê hatine kirin, berdewamiya komployên li dijî gelê Sûriyê.”

El Riwêşid tekez kir ew ê li hemberî van komployan bisekinin û yekîtiya xwe xurt bikin.

Li dijî heman kirinê, Siyasetmedarê ji navçeya Şedadê Mihêdî Dexîm jî helwest nîşan da.

Dexîm anî ziman “Dagirkeriya Tirk ku hemwextî girtina deriyên sînor asta êrişên xwe yên li dijî herêmê zêde kiriye, dixwaze Rêveberiya Xweser lawaz bike.”

Her wiha piştrast kir ev kirinên pêk tên, encama lihevkirineke pêşwext di navbera xayîn û dijmin de ye, da herêmê dorpêç û lawaz bikin.

Li ser bêdengiya navneteweyî ya li hember van sûcan jî Mihêdî Dexîm got:

Bêdengiya navneteweyî ya li hemberî van sûcan e ne normal e.

Ev sûc dermirovî ne û armanca wan zextê li ser projeya me ya demokatîk bikin.

 

Back to top button