Li Til Hemîsê bi semînerkê rojbûna Rêber Apo pîroz kirin

Çalakiyê pîrozkirina rojbûna Rêber Apo hîna li herêmê dewam dikin.
Mîna her carê, hat diyar kirin ku ewê ji bo azadiya rêber Apo her tim di nava kar de bin.

Bi boneya Rojbûna Rêber Abdullah Ocalan gelek çalakî li dar ketin û hîna dewam dikin.

Meclisa Navçeya Til Hemîsê li hola Çandê ya navçeyê têkildarî berxwedan û têkoşîna Rêber Abdullah Ocalan seminerek da.

Li wir endamê rêveberiya meclisê, Fayiq El Ehmed bal kişand ser zehmetiyên li pêşiya Rêber Apo di vê têkoşînê de derketiye û got:

“Bi saya fikr û felsefeya Rêber Apo em ji tariyê derbasî ronahiyê bûn.

Em soz didin rêberê xwe ku dê her tim li ser rêya ku ji me re xêz kiriye, bimeşin.

Li Kobanê û Eyn Îsa Meclisa Malbatên Şehîdan 4’ê Nîsanê pîroz kir

Bi heman bûneyê Meclisa Malbatên Şehîdan a Katona Firatê ji bo zarokên şehîdan, şahiyek li dar xistin.

Di şahiyê de hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan Eyşe Efendî rojbûna Rêber Abdullah Ocalan pîroz kir û got:

“Em ê heta dawiyê rêya şehîdan bişopîninê û xeyalên wan pêk bînin.

Ji ber ku me li ser xeta raman û felsefeya Rêber Apo xwe bi rêxistin kiriye, em ê vê xetê xurtir bikin.”

Li Kampa Girê Sipî jî bi heman wesîleyê, Meclisa Malbatên Şehîdan şahiyek bi rêve bir.

Li Dêrazorê bi bûneya 4’ê Nîsanê şitil gehek hat vekirin

Her wiha li bajarokê El-Siwer yê Dêra Zorê jî şahiyek pêk hat.

Di şahiyê de, Şitilgehek ku Hezar dar têde hatiye çandin, hat vekirin.

Li wir kesên ku axivîn soza bilindkirina têkoşînê heta misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dan.

Back to top button