Li Rojhilatê Ukrayna roja dawî ya dengdana referandûmê

Îro dengdana ji bo referandûma li 4 herêmên rojhilatê welat bi dawî dibe.
Rojavayî dibêjin, ti bingehek yê vê referandûmê nîne.

Referandûmên ku ji aliyê rayedarên alîgirên Kremlînê ve ji bo herêmên Donetsk, Luhansk, Xerson û Zaporijiya yên Rûsya ew kontrol kirine di roja dawî de ye.

Moskow dixwaze van herêman bi ser xaka welat ve bike.

Kîev û hevalbendên wê ji despêkê ve ev pêngava Rûsya nerawa pênase dikirin û digotin;

Ew ê ticarî vê yekê nas nekin.

Di 4 rojên despêkê ên referandumê de rayedar li her çar herêman derî bi derî sindoq gerandin da ku gel dengê xwe bide.

Îro jî roja dawî ya dengdanê ye.

Di dengdanê de wê xuya bike ka gelê herêmê çiqasî dixwazin tevlî Rûsya bibin.

Di dîmenên li ser medyaya civakî û di çapemeniya Ukrayna û Rûsyayê da hat dîtin ku leşkerên rûs ên çekdar bi hin rayedaran re ji bo berhevkirina dengan derî bi derî digeriyan.

Çavdêrên navneteweyî bi ‘teqez’ dinirxînin ku encamên referandûmê wê di berjenwediyên Rûsyayê de bin.

Sedema vê yekê jî îdia dikin ku hilbijartin ne di rewşeke adil de pêk hatine.

Rayedarên alîgirên Kremlînê yên ku şandine herêmên kontrolkirî yên li Ukraynayê, diyar kirin ku encamên referandûmê êvara sêşemê yan jî di rojên pêş de dikarin bên eşkerekirin.

Piştî encamdana referandumê wê her du meclisên parlamentoya Rûsyayê li ser biryarên îlhaqê deng bidin û piştre jî biryar ji bo îmzayê ji maseya Serokê Rûsyayê Vladimir Putin re bê şandin.

Her çend welatên rojava encamên referandumê nas neke jî, lê tê çaverêkirin ku eger Rûsya van herêman bi xwe ve girêbide, êrîşên li ser Donetsk, Luhansk, Xerson û Zaporijiya li ser axa Rûsyayê hatine kirin, bihesibîne.

Referandûm, heman şêwazê 2014’an Rûsya li Kirimê pêk anî bibîr dixe.

Gelek berpirsên rojavayî digotin ku encamên referandumê wê demê sexte bûn; Rûsyayê bi awayekî neqanûnî Kirim bi xaka welat ve girêda.

Di referandûma li herêma Dontsk û Luhansk ya Rûsya wan weke komareke serbixwe dibîne pirsa “Hûn piştgirî didin ku komara xwe bi Rûsyayê ve were girêdan?” tê kirin.

Li ser sindoqên li Xerson û Zaporijiya jî, “Hûn razî ne ku ji Ukraynayê derkevin, li herêmê dewletek serbixwe ava bikin, beşdarî Federasyona Rûsyayê bibin û bibin perçeyek wê?” tê pirsîn.

Back to top button