Meclisa Malbatên Şehîdan a Minbicê û xelkê wergeha Mexmûrê bi daxuyaniyan êrişa PDK’ê a li dijî gerîlayan şermezar kir.
Daxuyanî wiha ye:
“PDK’ê di dirêjahiya dîrokê de û heta niha li dijî birayên xwe cureyên herî qirêj yên xiyanetê pêk tîne.
Bi dijminê gelê Kurd, dewleta Tirkiyê re dibe alîkar da ku komkujiyan pêk bîne û çand, ziman û dîroka Kurdan ji holê rake.
Her wiha PDK’ê herêma Başûrê Kurdistanê veguherandiye qadeke ji bo îstixbarata dewleta Tirk û armancgirtina pêşengên li wir e.
Em bi tundî êrişa dawî ya ku ji aliyê PDK’ê li dijî hêzên HPG’ê pêk hatiye şermezar dikin û em dibêjin em heta dawiyê li pişta hêzên xwe bin û bi wan re bisekinin.”
Xelkê wargeha penaberan a Mexmûrê xiyaneta PDK’ê şermezar kirin
Xelkên Wargeha Penaberan a Mexmûrê jî bi daxuyaniyekê êrişa li dijî gerîlayan şermezar kirin û wiha gotin:
“Malbata Barzanî naxwazin yekîtiya Kurdan û Kurdistanek azad çêbibe.
Em bang li malbata Barzanî dikin ji rêya xiyanetê vegerin
Her wiha pêwîste hemû Kurd li hemberî vê xiyanetê bibin xwedî helwesteke diyar.