Parêzgarê Hesekê Nûredîn Ehmed diyar kir ku qutbûna ava li ser bajarê Hesekê ku bi salan dirêj kir, bi dawî dibe û depoyên El Himê, Til Temir û Holê êdî bi ava stasyona Elokê tên dagirtin.
Parêzgarê Hesekê endazyar Nûredîn Ehmed der barê stasyona avê ya Elokê de nivîsek li ser hesabê xwe yê X’ê weşand.
Nûredîn Ehmed diyar kir ku, dema tehl a bendewariyê bi dawî bû, ava stasyona Elokê ber bi depoyên El Hemê, Til Temir û Holê ve diherike.
Parêzger anî ziman ku, xebata wan ya meydanî ranaweste heta ku av bighêje hemû taxên parêzgehê.
Her wekî got,
“Em destûrê nadin tu xemsarî an destdirêjiya li ser xetên avê çêbibin.
Tîmên me pompekirinê bi hûrgulî dişopînin da ku aramiya torê misoger bikin.”



