Ji 20`ê Tîrmehê ve bi armanca aktîvkirina tevgera bazirganiyê, li Stadyuma Şehîdên 12`ê Adarê mîhrîcanan Bazirganiyê dest pê kiriye.
Ev mîhrîcan wê 5 rojan dewam bike.
Di Mîhrîcanê de hebûna çalakî û lîstokên ji bo zarokan, dihêle zarok demeke xweş derbas bikin.
45 şîrket û kargehên ji herêmên cuda yên Sûriyeyê û derveyî Sûriyeyê beşdar bûn.
Gelek malbat tevî zarokên xwe beşdarî van çalakiyan dibin.
Tevî ku mîhrîcan a bazirganiyê ye jî ji bo zarokan gelek derfetên çalakiyan û lîstokan hatine peydakirin.
Hat têbînkirin ku hejmarek zarokên ku bi malbatên xwe re beşdar bûne, kêfxweşiya xwe anî ziman.
Zarokan diyar kir ku ev çalakî derfeteke baş daye wan û daxwaz kir ku birêxistinkirina çalakiyên wiha bidomin.
Xelkê jî destnîşan kir ku hem pêwîstiyên xwe dikirin hem jî kêfxweşî ji bo malbat û zarokan peyda kiriye.



