Li parêzgehên Sûriyayê di encama teqînan û pevçûnan de, di 24 saetên dawîn de 6 kes hatin kuştin.
Li gundê Rimalê yê Minbicê, di encama pevçûna 2 malbatan de kesek hat kuştin.
Her wekî li Til El Selma ya Hemayê di encama teqîna mayinekê ciwanek hat kuştin.
Li gundê Rod El Wehiş ê nêzî bajarê El Sixnê yê Humsê, ciwanek bi şaşî hate kuştin.
Li bajarê Laziqiyê karmendekî hikumeta demkî ku di gulebaranê de birîndar bûbû, ji ber giraniya birîna xwe mir.
Her wiha li gundê Sifyan ê Reqayê di encama teqîna mayinekê de hat kuştin.
Li gundê El Mibûice yê Eyn Îsayê jî kesek hat kuştin.



