Partiyên Siyasî: Bila PDK bi lîstikên dijmin neyê xapandin

Endamên partiyên siyasî diyar kirin ku bila PDK’ê bi lîstikên dijmin neyê xapandin û gotin:
“Dijminên Kurdan dixwazin Kurdan bi Kurdan re bidin şerkirin.”

Endamê Partiya Demokrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê Ebas Mistefa diyar kir ku divê aliyê siyasî nehêlin ku armancên dijmin bighêjin serî û got:

“Dijminên Kurdan dixwazin Kurdan bi Kurdan re bidin şerkirin.

Pêşmerge, Gerîla û YPG hemû Kurdên me ne, divê em axa xwe bi hev re biparêzin.”

Ebas Mustefa bal kişand ser rola dewleta Tirk a dagirker di derxistina tevliheviyan de û wiha got:

“Bi hincetên cuda tirkiyê destwerdana kar û barê me dike û axa me dargir dike.”

Serokê Partiya Aştiya Demokrat a Kurdistanê Telal Mihemed jî anî ziman ku bila PDK’ê nekeve nava lîstokên dijmin de û hişyar be.

Sekreterê Partiya Roj a Demokratîk a Kurd li Sûriyê Kovan Keno jî diyar kir ku şerê Kurdan ên li dijî hev cihê dilxweşiya dijminên Kurdan e.

Li dijî xiyaneta PDK’ê ciwanên Hesekê meşeke girseyî li dar xistin

Back to top button