Li Hesekê û Girkê Legê êrişa PDK’ê ya li dijî Hêzên HPG’ê yên li Parêzgeha Amediyê hate şermezarkirin.
Di çalakiyên şermezarkirinê de ev bang li PDK’ê hate kirin:
“Rêya ku we hilbijartiye wê we ber bi tehlukeyê ve bibe, vegerin û bibin yek.”
Li dijî êrişa çekdarên Zêrevanî yên PDK’ê ya li dijî Hêzên HPG’ê yên li parêzgeha Amediyê gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hêrs in.
Bi armanca şermezarkirina vê êrişê îro ciwanên Hesekê daketin qadan.
Bi sedan beşdarî meşê bû û diyar kirin li hember vê xiyanetê ew ê qet bêdeng nemînin.
Piştî meş veguherî mêtingê gelek axaftin hatin kirin û wiha hate gotin:
“Mala Berzanî ji destpêkê ve li dijî birayên xwe şer dike û xiyanetê dimeşîne.
Divê êdî ji vê rêyê vegerin û nebin hevkarên komkujiyan.”