Şehîdên berxwedana Kobanê û meha Çile li ser gorên xwe hatin bibîranîn

Şehîdên berxwedana Kobanê û şehîdên meha Çileyê li ser gorên xwe bi mûman hatin bibîranîn.

Di 26’ê Çileyê de, piştî berxwedana 134 rojan a şervanên YPJ’ê û YPG’ê, Kobanê ji destê terora DAIŞ’ê, hate rizgarkirin.

Îro jî bi sedan ji gelê Kantona Firatê, sazî û dezgehên girêdayî Rêveberiya Xweser, malbatên şehîdan ji bo bîranîna şehîdan berê xwe da Goristana Şehîd Dicle û mûm li ser gora wan pêxistin.

Li goristanê, hevseroka Meclisa Malbatê Şehîda a Kantona Firatê Eyşe Efendî axivî û got:

“Şehîdan heta Kobanê hat rizgarkirin li hember çeteyên DAIŞˊê, berxwedaniyeke mezin meşandin.

Em salvegera rizgarkirina Kobanê li her çar parçeyên Kurdistanê pîroz dikin.”

Di berxwedana Kobanê ya li hember çeteyên DAÎŞ’ê de 119 şehîd şervan û welatî şehîd bûn.

Eyşe Efendî diyar kir ku Kobanê bi piştgiriya dayikan, bi hêza şervanan û hêviya zarokên Kobanê hat rizgarkirin û got; “Divê em destkeftiyên xwe biparêzên û herêmên dagirkirî jî azad bikin.”

Di dawiyê de mûm li ser gorên şehîdan hatin pêxistin.

Back to top button