Meşa Dirêj a ji Parîsê ber bi starsboûrgê ve di roja 4.de ye

Meşa Dirêj a ku ji bo azadiya Rêber Apo ji Parîsê destpê kir, di roja 4’an de li bajarê Vannes ê Fransayê berdewam kir.
Çalakvana di meşê de banga azadiya fîzîkî ya Rêber Apo kirin.
Bi heman boneyê li bajarê Kîelê jî ji Girtîgeha Îmraliyê re kert hatin şandin.

Meşa Dirêj a ku ji bo azadiya Rêber Apo li paytexta Fransa Parîsê destpê kir, bi xwepêşandan û çalakiyan dewam dike.

Îro jî meşê li bajarê Vannes ê Fransayê di roja 4’emîn de berdewam kir.

Di meşê de banga azadiya fîzîkî a Rêber Apo hate kirin

Çalakvanan di tevahiya meşê de ji bo azadiya Rêber Apo bênavber dirûşm berz kirin.

Her wiha ji bo agahdarkirina gelê Fransayê bi hoparloran daxuyanî dan.

Meşa dirêj wê 25 rojan bidome û di 17’ê Sibatê de li bajarê Kolnê yê Almanyayê bi dawî bibe.

Li Kîelê ji girtîgeha Îmraliyê re kert hatin şandin

Bi heman boneyê li bajarê Kîelê yê Almanyayê di çarçoveya kampanyaya “100 hezar kert a ji bo Rêber Apo hatiye destpêkirin de ji Girtîgeha Îmraliyê re kert hatin şandin.

37 Meh in li ber NY’ê ne: Heta şikandina tecrîdê em ê li qadan bin

Back to top button