Li parêzgeha El-Quneytrayê leşkerek hat kuştin û 3 jî birîndar bûn

Li parêzgeha El-Quneytrayê di encama teqîna bomeyekê de, leşkerekî hikûmeta Şamê, hat kuştin û 3 jî birîndar bûn.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Miroven ragihand, duh li parêzgeha El-Quneytrayê, bombeyek bi erebeya leşkerên hikûmeta Şamê ve, hat teqandin.

Di encamê de leşkerek hat kuştin û 3 jî bi giranî birîndar bûn.

Li heman bajarî 2 zarok, di encama teqandina mayînekê de ku ji bermahiyên şer e, birîndar bûn.

7’ê vê mehê, bombeyeke dîtir hatibû teqandin û tê de, fermandarekî hikûmetê hatibû kuştin û 3 leşker jî birîndar bûbûn.

Back to top button