Li Tunisê ji ber têkçûna rewşa aborî, xwepêşandan li 6 parêzgehan hatin lidarxistin.
Xwepêşanderan li Tûnisa paytext, Sûse, Nabil, Binzert, Menûbe û Silyane gelek navend û bankên hikumetê şewitandin.
Serokê Tûnisê Qeys Si’eyid ferman da hêzên artêşê da destwerdanê bikin û xwepêşandanan belav bikin.
Li seranserî Tûnisa paytext, ji bo rêgirtina li ber êrîşên xwepêşanderan hêzên leşkerî hatin belavkirin û pêşgehên bajêr jî panzer hatin bicihkirin.
Çirûska xwepêşandanan berî çend rojan, piştî ku polîsekî li ber biryargeha bajarê Silyane destdirêjî li şivanekî pez kiribû, dest pê kir.