‘Meşa Mezin a Azadiyê’ li Amarayê bi dawî bû

Piştî rêwitiya 15 rojan meşvanên Azadiyê gihiştin ser axa ku Rêber Apo jê dayik bûye.
Lê rejîma faşîst rêneda meşvan derbasî gundê Amarayê bibin.
Meşvanên li ser vê yekê vegeriya Xelfetiyê ragihandin ku wan meşa xwe bi dawî kirin û gotin:
Heta ku dengê birêz Ocalan digihije her kesî û pirsgirêka kurd çareser nebe em ê têkoşîna xwe bidomînin.”

“Meşa Mezin a Azadiyê’ di roja 15’an de li gundê Amara yê Rihayê bi dawî bû.

Meşvanên ku 1’ê sibatê li Wan û Qersê dest bi rêwitiyê kirin , ji bo azadiya Rêber Apo û çareseriya pirsgirêka Kurd bajar bi bajar meşiyan.

Rêwiyên Azadiyê beriya Amarayê çûn Taxa Alîgor a navçeya Pirsûs a Rihayê.

Beriya rawestgeha Amarayê meşvan li navçeya Xelfetiyê hatin pêşwazî kirin.

“Heta dengê birêz Ocalan digihije her kesî em ê têkoşîna xwe bidomînin”

Li ber avahiya partiyê hevseroka giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk Çiğdem Kılıçgun Uçar got:

“Ev meş ne tenê meşa kesên dimeşin e, meşa bi milyonan kesan e.

Heta ku dengê birêz Ocalan digihije her kesî û pirsgirêka kurd çareser nebe em ê têkoşîna xwe bidomînin.”

Paşê meşvanan berê xwe dan ser axa ku Rêber Apo jê dayik bûye.

Destûra ketina gundê Amarayê nehat dayîn

Lê hêzên rejîma faşîst destûr nedan meşvanan û li ser vê yekê careke din vegeriyan navçeya Xelfetî.

Herdu baskên ku li avahiya partiyê kombûn bi dirûşmeyan ragihandin ku wan meşa xwe bi dawî kirin.

Back to top button