Pernando Barrena: Tecrîda li dijî Abdullah Ocalan, dermirovî û neheqî ye

Parlamenterê Koma Çep ê Parlamentoya Ewropayê Pernando Barrena têkildarî tecrîda giran axivî, Rêber Abdullah Ocalan di qada navneteweyî de weke referanseke siyasî pênase kir û got: “Tecrîda mutleq a li dijî Abdullah Ocalan, teqez dermirovî û neheqî ye. Êdî divê ev rewş bi dawî bibe.”

25 sal di ser dîlgirtina Rêber Apo re derbas bû.

nêzî 3 sal in bi tu awayî bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê nake.

Li dijî tecrîda mutleq û girankirî, di serî de CPT, sazî û rêxistinên navneteweyî ku ew dikarin selêdana Îmraliyê bikin, bêdengiya xwe didomînin.

Parlamenterê Koma Çep ê Parlamentoya Ewropayê Pernando Barrena derbarê şert û mercên tecrîdê û azadiya Rêber Apo ji ANF’ê re axivî û got:

“Tecrîda mutleq a li dijî Abdullah Ocalan, teqez dermirovî û neheqî ye.

Êdî divê ev rewş bi dawî bibe.

Rêber Abdullah Ocalan ev 25 sal in li Îmraliyê dîl tê girtin.

Şert û mercên Ocalan ên li Îmraliyê di nav de gelekî ji standardên mafên mirovan dûr in.”

Pernando Barrena da zanîn ku dewleta Tirk li dijî rêber Abdullah Ocalan sepaneke ku mînaka wê nîne pêk tîne û wiha domand:

Şert û mercên ku Ocalan lê tê girtin, ji dervî mînakê Mandela ku ji aliyê rejima Apartheid ve hatibû dîlgirtin, li ti deverê cîhanê mînaka wê nîne.

Di nava girtiyên dem dirêj ên Baskî jî rewşek wiha pêk nehatiye.”

Parlamenterê Koma Çep ê Parlamentoya Ewropayê Pernando Barrena, Rêber Abdullah Ocalan di qada navneteweyî de weke referanseke siyasî pênase kir û wiha got,

“Abdullah Ocalan di nav rêberên ku ji bo gelê xwe û cîhanê têdikoşin de referanseke siyasî ye.

Her wiha paradîgmaya Birêz Ocalan û pêşniyara Konfederalîzma Demokratîk, ji bo misogerkirina aştiyê siberoja me û rêzgirtina ji mafên gelê Kurd, xaleke destpêkê ya gelekî girîng e.”

Parêzer Demîr: Berxwedana Îmraliyê komplo pûç kir

Back to top button