Li Iraqê pêvajoya komkirina çekan û yekkirina komên çekdar di bin sîwana dewletê de dewam e.
Lê dema ku 3 koman amadehiya xwe ji bo radestkirina çekan ragihand de, 6 komên din biryara hikûmetê red kirin.\
Li Iraqê nakokî li ser pêvajoya çekdanînê ya hikûmetê zêde dibe.
6 komên ku xwe wekî “Berxwedana Îslamî ya li Iraqê” bi nav dikin, ragihandin ku çekên xwe radestî dewletê nakin.
Di nav van koman de Ketaîbê Hizbullah a Iraqê, Ketaîbê Seyîd û Şuheda, Tevgera Nûceba, Seraya Ewliya Eldem, Eshalul Kehef û Ketaîbê Kerbela hene.
Berpirsê ewlehiyê yê Ketaîbê Hizbullah a Iraqê Ebû Mûcahîd Esaf, got;
Heta ku “dagirkeriya biyanî” li ser erd û esmanê Iraqê hebe, ew çekên xwe daneynin.
Li gorî daxuyaniyê, ev kom wê yekgirtî bimînin û çalakiyên xwe bidomînin.
Li Iraqê nakokî li ser çekan: 6 kom dijberin û 3 jî razî bûn e
Li hember vê yekê, 3 komên din bi fermî razîbûna xwe ji bo radestkirina çekan ragihandin.
Ev kom Seraya Selam, Esayîbê Ehlê Heq û Ketaîba Îmam Elî ne.
Di pêngaveke dawî de, Seraya Selam li Samarayê çek û baregehên xwe radestî fermandariya operasyonan kir.
Di heman demê de, hikûmeta Iraqê ragihand ku komîteyeke navendî li ser mekanîzmayeke hiqûqî dixebite da ku komên çekdar di bin sîwana dewletê de werin yekkirin û dawî li diyardeya çekên derveyî kontrola dewletê were anîn.



