Serokê YNK’ê Bafil Talebanî di salvegera damezirandina partiya xwe de bang li yekîtiya neteweyî ya Kurdan kir.
Komîteya Têkiliyên Derve ya KCK’ê jî piştgirî da vê bangê û got:
Di nava rweşa heyî de, yekîtiya demokratîk a Kurdan ne tenê pêwîstiyek, lê neçariyek dîrokî ye.
Her wiha bang li hemû partî, rêxistin û pêkhateyên Kurdistanî kir ku ji bo pêkanîna yekîtiya neteweyî bi lez tevbigerin.
Komîteya Têkiliyên Derve ya KCKê piştgirî da banga yekîtiyê ya Serokê YNK’ê Bafil Talebanî.
KCK’ê di daxuyaniyê de got;
Rojhilata Navîn di qonaxeke nû ya veguherînê de ye û sîstema siyasî ya ku piştî Şerê Cîhanê yê Yekem hate avakirin, êdî nikare bersivê bide pirsgirêkên herêmê.
KCK: Pêwîstiya herî sereke ya kurdan yekîtiya neteweyî ye
Li gorî daxuyaniyê, hêzên navdewletî û dewletên herêmê di gelek qonaxan de Kurdan wek amûrek siyasî bi kar anîne, lê pirsgirêka bingehîn a herêmê hîn jî çareserkirina pirsgirêka Kurd e.
KCK’ê diyar kir ku rêya herî rast ji bo Kurdan ew e ku li şûna hêvîbûnê li hêzên derve, bi hêza xwe û li ser bingeha yekîtiya demokratîk bibin kirdeyên çalak ên siyaseta herêmê.
Di daxuyaniyê de hatiye gotin,
“Pêwîstiya herî pêşîn a Kurdan îro yekîtiya neteweyî ye û şertên heyî pêkanîna vê yekîtiyê ji pêwîstiyê derxistiye û veguherandiye neçariyeke dîrokî.”
Her wiha bal hat kişandina ser pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” ku Rêber Apo hate gotin,
Yek ji armancên bingehîn ên vê pêvajoyê pêkanîna Yekîtiya Demokratîk a Kurdan e.
KCK bang li hemû hêzên kurdistanî dike: Demê yekîtiyê hatiye
KCK’ê banga Bafil Talebanî ya ji bo yekîtiya neteweyî “watedar û hêja” nirxand û bang li hemû partî, rêxistin, tevgerên jinan û ciwanan, hunermend û rewşenbîrên Kurdistanê kir ku bêyî derengî ji bo pêkanîna yekîtiya neteweyî bikevin nava xebat û hevgirtinê.
KCK’ê diyar kir ku daxwaza yekîtiya neteweyî îro ne tenê daxwaza partiyan, lê daxwaza gelê Kurd e û hemû aliyên siyasî divê vê berpirsiyariya dîrokî pêk bînin.



