Merasîma veşartina merceyê (rêberê) bilind ê olî Şêx Mihemed Îshaq Feyaz destpê kir.
Îro, bi beşdariyeke berfireh a fermî û olî, ji bo xatirxwestina yek ji kesayetiyên herî navdar ên zanistî û feqhiyê yên cîhana Îslamê, merasîma veşartina cenaze dest pê kir.
Merasîm li herêma Kazimiye ya bajarê Bexdayê ye.
Hêjayî gotinê ye Rêberê bilind ê olî Şêx Mihemed Îshaq Feyaz di çend rojên borî de li Bexdayê koça dawî kiribû û îro di merasîmek de tê veşartin.



