Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan derbarê pêvajoyê û rewşa Rêber Apo de axivî.
Ayşegul Dogan bal kişand ser şert û mercên Rêber Apo got ku nabe birêz Ocalan di van şertên girtîgehê de pêvajoyê bi rê ve bibe.
Her wiha bang li desthilatê kir ku bêyî dereng bibe berpirsyariya xwe pêk bînin.
Ayşegul Dogan destnîşan kir ku civak li benda aştî û demokrasiyê û got ku di pêvajoyê de sistbûnek heye. Li ser vê yekê jî nîqaş tên kirin.
Ayşegul Dogan da zanîn ku ji bo sistbûna pêvajoyê derbas bibe Rêber Apo hin pêşniyaz kirine û got:
“Hewldanên mezin ên birêz Abdullah Ocalan ji bo pêvajoyê çêbûn.
“Divê desthilatê berpirsyariya xwe pêk bîne û gav bavêje”
Di hevdîtina dawî de jî birêz Ocalan qala nexşereyekê kiribû û gotibû divê bi awayekî hesas nêzî meseleyê bibin.
Birêz Ocalan dibêje, li bendemayîn tenê xetereyan derdixînin.
Em bang li desthilatê dikin ku berpirsyariya xwe pêk bînin û gav biavejin.”
Di axaftina xwe de Ayşegul Dogan anî ziman ku ji bo çarçoveya qanûnî amadekariyên wan jî hene û diyar kir ku gerek di meclisê de li ser mutabaqatê qanûn bên çêkirin.



