Konferansa Rêveberiyên Heremî ya Demokratîk ku li Çand Amedê ya li navçeya Bajarê Nû ya Amedê hate lidarxistin di roja 4’emîn de bi dawî bû.
Her du rojên ewil Konferansa Jinan a Rêveberiyên Herêmî yên Demokratîk bi dirûşma ‘Bi îradeya jinan em dibin komun, bi rêveberiyên herêmî civaka azad dihûnin’
Li Eywana Konferansê ya Alî Emîrî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê destpê kiribû.
Hevserokên Giştî yê DBPê Keskîn Bayindir û Çîgdem Kiliçgun Ûçar, Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan, parlamenterên DEM Partiyê û gelek siyasetmedar beşdarî konferans bûn.
Di konferansê de li ser rêveberiyên heremî, rêveberiyên komunal û rê û rêbazan nîqaş hatin kirin.
Tê payîn ku dê encannameya konferansê rojên pêş de bê ragihandin.



