Monday 2026/06/08
  • عربي
Ronahi TV
No Result
View All Result
  • SEREKE
  • NÛÇE
    • BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRÎ
    • SÛRIYÊ
    • KURDISTAN
    • ROJHILETA NAVÎN
    • HERÊMÊN DAGIRKIRÎ
    • CÎHAN
    • POLÎTÎKA
  • JIN
  • CIVAK Û JIYAN
  • ÇAND Û HÛNER
  • CIWAN
  • BERNAMEYÊN TV
    • 20 DEQA CÎHANÎ
    • ABORÎ
    • ASOYA CIWAN
    • BERNAMEYA TAYBET
    • BIN XET
    • BÛYER
    • CANGORIYÊN AZADIYÊ
    • DIBISTANA ROJIYÊ
    • DOKUMENTER
    • EKOLOJÎ
    • FÎXAN
    • GOTAR
    • HEVGIRTINA BAWERIYAN
    • HÊVIYÊN HÛNANDÎ
    • HEVPEYVÎNA HEFTÊ
    • HUNERA DESTAN
    • ÎROJ
    • JI BAKUR
    • JIN AKTÛEL
    • JIN Û ÇAND
    • JÎNDAR
    • KELEYÊN AZADIYÊ
    • KÊLIYÊN VEJÎNÊ
    • NUÇEJIN
    • NÛÇEYÊN BI DÎMEN
    • PLATFORMA AZAD
    • PORTRE
    • RASTERÊ
    • ROJEVA RONAHI
    • ŞERÊ GELÊ ŞOREŞGERÎ
    • ŞERVANÊN KEDÊ
    • SIBEHA RONAHI
    • TENDERUSTÎ
    • WERZÎŞ
    • JI KANIYA KURDAN
    • LÊGERÎN
zindî zindî
  • SEREKE
  • NÛÇE
    • BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRÎ
    • SÛRIYÊ
    • KURDISTAN
    • ROJHILETA NAVÎN
    • HERÊMÊN DAGIRKIRÎ
    • CÎHAN
    • POLÎTÎKA
  • JIN
  • CIVAK Û JIYAN
  • ÇAND Û HÛNER
  • CIWAN
  • BERNAMEYÊN TV
    • 20 DEQA CÎHANÎ
    • ABORÎ
    • ASOYA CIWAN
    • BERNAMEYA TAYBET
    • BIN XET
    • BÛYER
    • CANGORIYÊN AZADIYÊ
    • DIBISTANA ROJIYÊ
    • DOKUMENTER
    • EKOLOJÎ
    • FÎXAN
    • GOTAR
    • HEVGIRTINA BAWERIYAN
    • HÊVIYÊN HÛNANDÎ
    • HEVPEYVÎNA HEFTÊ
    • HUNERA DESTAN
    • ÎROJ
    • JI BAKUR
    • JIN AKTÛEL
    • JIN Û ÇAND
    • JÎNDAR
    • KELEYÊN AZADIYÊ
    • KÊLIYÊN VEJÎNÊ
    • NUÇEJIN
    • NÛÇEYÊN BI DÎMEN
    • PLATFORMA AZAD
    • PORTRE
    • RASTERÊ
    • ROJEVA RONAHI
    • ŞERÊ GELÊ ŞOREŞGERÎ
    • ŞERVANÊN KEDÊ
    • SIBEHA RONAHI
    • TENDERUSTÎ
    • WERZÎŞ
    • JI KANIYA KURDAN
    • LÊGERÎN
No Result
View All Result
Ronahi TV
No Result
View All Result

Rêber Apo: Mezinkirina yekîtiyê berpirsiyariya me hemûyan a hevpar e

June 6, 2026
in KURDISTAN
A A
Rêber Apo: Mezinkirina yekîtiyê berpirsiyariya me hemûyan a hevpar e
Share on FacebookShare on Twitter

Rêber Apo diyar kir ku Mezinkirina lêgerîna Kurdan a ji bo yekîtiya demokratîk, parastina destkeftiyên neteweyî û bihêzkirina nirxên civaka demokratîk berpirsiyariya me hemûyan a hevpar e.

Rêber Abdullah Ocalan, peyamek ji 24’emîn Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) re şand.

Peyama Rêber  Abdullah Ocalan wiha ye:

“Welatparêzên hêja, nûnerên qedirbilind, mêhvanên birûmet;

Berî her tiştî ez 24. Civata Giştî ya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê bi hestên xwe yên herî ji dil silav dikim û vê hevdîtina we ya bi wate û 27 salîya KNKê pîroz dikim.

Di avakirin û damezrandina Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê – KNKê da, min jî ji alê xwe ve ked da û piştgirî lê kir. Li zîndanê da be jî, gorî derfetan, min xebata we şopand û dem dem jî pêşniyarên xwe ji we re şandin.

Her nîqaşek ku li ser paşeroj, yekîtiya neteweyî, mafên demokratîk û vîna hevpar ya gelê Kurd tê kirin, di meşa dîrokî ya gelê me de xwedî cihekî girîng e.

Gelê Kurd îro di qonaxeke pir girîng a dîroka xwe re derbas dibe. Kurdên ku bi sedsalan rûbirûyê polîtîkayên înkar, tinekirin, parçekirin û bêstatûbûnê hatîn hiştin, bi berdêlên mezin vîna xwe ya azadiyê parastin, şiyana xwe ya siyasî pêş xistin û bûn yek ji dînamîkên civakî yên herî girîng ên Rojhilatanavîn. Êdî ne pêkan e ku mirov qala hevkêşeyeke Rojhilatanavîn bike ku tê de kurd neyên hesibandin û vîna wan tune bête zanîn.

Ev rastî ji bo Kurdan berpirsiyariyên nû jî tîne. Berî her tiştî, pêşxistina çanda diyalog, guftûgo û xebata hevpar di navbera Kurdan de erkekî dîrokî ye. Yekîtiya neteweyî ya Kurdan ne armanceke ku tenê tevgerek, partiyek an jî aliyekî siyasî bi tena serê xwe pêk bîne. Ev yekîtî dikare bi keda hevpar ya hemû hêzên siyasî, rewşenbîr, jin, ciwan û dînamîkên civakî yên Kurd ava bibe.

Yekîtiya demokratîk a navbera Kurdan, ne ne-pejirandina cudahiyan e; berevajî vê, gihîştina cudahiyan e li ser zemîneke demokratîk. Armanc ne yekdengî ye, armanc ew e ku mirov di mijarên neteweyî yên hevpar de vîneke hevpar nîşan bide. Pêşxistina helwesteke hevpar di mijarên sereke yên ku berjewendiyên gelê me de ne, rênedana bikaranîna Kurdan ya li dijî hev û parastina destkeftiyên neteweyî bi hişmendiyeke hevpar, divê di nav prensîbên bingehîn yên yekîtiyê de bin.

Ji ber vê yekê, pêşxistina pêvajoyeke berfireh ya diyalog û muzakerey”””ê di navbera Kurdan de xwedî girîngiyeke mezin e. Riya derbaskirina xeyidandin û veqetînên borî ne şer e; axaftin, nîqaşkirin û dîtina çareseriyên hevpar e. Fikra kongreyeke neteweyî ya demokratîk jî divê wekî îfadeya saziyî ya vê hewceyiyê bête dîtin.

Ligel vê yekê, paşeroja gelê Kurd tenê bi yekîtiya neteweyî ve girêdayî nîne, di heman demê de bi têgihîştina civaka demokratîk ve jî girêdayî ye. Nêrîna civaka demokratîk esas digire ku pirsgirêk ne bi şer û tundûtûjiyê, belê bi siyaset, hiqûq û guftûgoya demokratîk çareser bibin. Ev nêrîn wekheviya gelan, demokrasiya herêmî, rêxistinbûna azad û jiyana hevpar diparêze.

Hilbijartina dîrokî ya li pêşiya gelê Kurd tenê nîqaşeke statûyê nîne. Mijara sereke ew e ku dê jiyaneke civakî ya çawa bête avakirin. Têgihîştina civaka demokratîk, azadiya gelê me bi azadiya gelên din re dinirxîne; armanca wê ne şer e jiyana hevpar e, ne parçekirin e yekîtiya demokratîk e.

Tişta ku îro pêdiviya me pê heye; rihê yekîtiya neteweyî ya bihêz di navbera Kurdan de, piştevaniya demokratîk bi gelên Rojhilatanavîn re û dîtineke hevpar ya paşerojê ye ku li ser bingeha azadiyê ava bibe. Ji ber vê yekê, mezinkirina lêgerîna Kurdan ya ji bo yekîtiya demokratîk, parastina destkeftiyên neteweyî û bihêzkirina nirxên civaka demokratîk berpirsiyariya me hemûyan ya hevpar e.

Bi van hest û ramanan ez civîna we carîke din silav dikim û hêvî dikim ku nîqaş û encamên ku dê derkevin holê, xizmeta yekîtî, azadî û paşeroja demokratîk a gelê me bikin.

Ez serkeftinê dixwazim û hemû beşdaran bi rêz silav dikim.

Abdullah Ocalan

Îmralî, 01.06.2026”

Previous Post

24’emîn Desteya Giştî ya KNK’ê dest pê kir

Next Post

Li Rojhilat jinek û birayê wê hatin revandin

Weşana girêdayî

Rêber Apo: Entegrasyona demokratîk bi demokrasiya xwecihî bi wate dibe
KURDISTAN

Rêber Apo: Entegrasyona demokratîk bi demokrasiya xwecihî bi wate dibe

Konferansa Rêveberiyên Herêmî yên Demokratîk dest pê kir
KURDISTAN

Konferansa Rêveberiyên Herêmî yên Demokratîk dest pê kir

Li bajarê Venlo yê Hollandayê 24. Civata Giştî ya KNK tê lidarxitin
KURDISTAN

Civata Giştî ya KNK’ê: ‘Yekîtiya Netewî’ rojeva sereke bû

Ronahi TV

© Hemû maf parastî ye

Girêkan ên wêbsaytê

  • SEREKE
  • NÛÇE
  • JIN
  • CIVAK Û JIYAN
  • ÇAND Û HÛNER
  • CIWAN
  • BERNAMEYÊN TV

Li me bişopînin

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password?

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In

Add New Playlist

No Result
View All Result
  • SEREKE
  • NÛÇE
    • BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRÎ
    • SÛRIYÊ
    • KURDISTAN
    • ROJHILETA NAVÎN
    • HERÊMÊN DAGIRKIRÎ
    • CÎHAN
    • POLÎTÎKA
  • JIN
  • CIVAK Û JIYAN
  • ÇAND Û HÛNER
  • CIWAN
  • BERNAMEYÊN TV
    • SIBEHA RONAHI
    • NÛÇEYÊN BI DÎMEN
    • NUÇEJIN
    • ÎROJ
    • BERNAMEYA TAYBET
    • 20 DEQA CÎHANÎ
    • RASTERÊ
    • CANGORIYÊN AZADIYÊ
    • ABORÎ
    • ASOYA CIWAN
    • BIN XET
    • BÛYER
    • DIBISTANA ROJIYÊ
    • DOKUMENTER
    • EKOLOJÎ
    • FÎXAN
    • GOTAR
    • WERZÎŞ
    • HÊVIYÊN HÛNANDÎ
    • HEVPEYVÎNA HEFTÊ
    • HUNERA DESTAN
    • JI BAKUR
    • JIN AKTÛEL
    • JIN Û ÇAND
    • JÎNDAR
    • KELEYÊN AZADIYÊ
    • KÊLIYÊN VEJÎNÊ
    • PLATFORMA AZAD
    • PORTRE
    • ROJEVA RONAHI
    • JI KANIYA KURDAN
    • LÊGERÎN
    • ŞERÊ GELÊ ŞOREŞGERÎ
    • ŞERVANÊN KEDÊ
    • HEVGIRTINA BAWERIYAN
    • TENDERUSTÎ
  • العربية
  • ZINDÎ

© Hemû maf parastî ye