Li Stenbolê Konferansa “Di Sedsala Duyemîn de Veguherîna Komara Demokratîk” bi beşdariya siyasetmedar, akademîsyen û rewşenbîran dest pê kir.
Di konferansê de bal hate kişandin ser demokratîkbûna komara Tirkiyê, çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd û avakirina pergaleke ku hemû nasname û baweriyan bi wekhevî hembêz bike.
Li Navenda Çandê ya Cem Karaca ya Bakirkoya Stenbolê, Konferansa “Veguherîna Komara Demokratîk” a ku dê du rojan bidome dest pê kir.
Di konferansê de gelek siyasetmedar, akademîsyen û kesayetên civaka sivîl amade bûn.
“Çareseriya pirsgirêka kurd bingeha demokratîkbûna Tirkiyê ye”
Di axaftina vekirinê de hiqûqnas Riza Turmen got;
Komar her ku diçe ji demokrasiyê dûr dikeve.
Wî bal kişand ku çareseriya pirsgirêka Kurd tenê di çarçoveya demokratîk de pêkan e û got;
Divê konferans bibe destpêka tevgereke nû ya demokrasiyê.
Siyasetmedar Gultan Kişanak jî diyar kir ku armanca wan avakirina komareke demokratîk e ku wekheviya gelan misoger bike.
Kişanak dibêje, pirsgirêka Kurd êdî ne pirsgirêka înkarê, lê pirsgirêka naskirin û qebûlkirina realîteya Kurd e.
Li gorî Kişanak, çareseriya vê pirsgirêkê û azadiya ramanê bingehên veguherîna demokratîk in.
Di rûniştinên konferansê de jî gotûbêj li ser dîroka komarê, netewe-dewlet, hemwelatîbûna wekhev û peywira demokrasiyê hate kirin.
Kesên axivîn diyar kirin ku ji bo pêşerojeke hevpar divê mafên hemû pêkhateyan di bin garantiyên hiqûqî de bên parastin.
Di civîna duyemîn de jî bal hate kişandin ser girîngiya aştiyê û çareseriya siyasî.
Nivîskar Serhun Al got,
Serketina pêvajoyeke aştiyê li Tirkiyê dikare ne tenê ji bo welêt, lê ji bo herêm û cîhanê jî bibe mînakek girîng.
Konferans heta amadekirina vê nûçeyê jî bi nirxandinan dewam dikir.



