Beriya niha Rêveberên DEM Partî diyar kiribûn ku wê di Hezîranê de civînên girîng pêk werin.
Ev civîn wê li ser “çarçoveya qanûnê” ya ji bo pêvajoyê pêk werin.
Di wextekî wisan de, li Enqereya çavê her kesê lê ye, civînek krîtîk pêk hat.
Şandeya Îmralî a DEM Partî bi berpirsên AKP’ê re civiya.
Li ser maseyê gavên werin avêtin û çarçoveya qanûnê hate nirxandin.
Endamên Şanda Îmraliyê ya DEM Partî Pervîn Buldan, Mîthat Sancar, û Faîk Ozgûr Erol li Enqerê bi rayedarên payebilind ên AKP’ê re civiyan.
Rojeva sereke ya civînê rêziknameya yasayî bû ku di raya giştî de wekî “çarçoveya qanûn” an “qanûna bingehîn” tê binavkirin.
Şandeya Îmralî û AKP civiyan: Çarçoveya qanûnê li ser maseyê bû
Li gorî agahiyên ku ji aliyê Ajansa Mezopotamyayê ve hatiye weşandin, di civînê de nirxandinên danazana pêşnûmeyê ya berê amadekirî hebûn.
Armanc ew e ku piştî nirxandina nêrîn û pêşniyarên aliyan metna dawî were şekildan.
Li gorî ajansa nûçeyan a ANKA, di civînê de mijarên ku di hevdîtina Şanda Îmraliyê ya bi Rêber Apo re di 24’ê Gulanê de hatine pêşkêşkirin, hatine nîqaşkirin.
Bi taybetî li ser çarçoveya rêziknameyên ku Rêber Apo wekî “qanûna bingehîn” pênase kiriye, tê rawestandin.
Tê payîn ku rêziknameya plankirî gelek mijaran bigire nav xwe.
Qonaxa nû ya pêvajoyê: Danûstandina yekem li ser pêşnûmeya qanûnê
Her wiha tê gotin pêşniyarên di derbarê avakirina bingehek qanûnî ji bo rola Rêber Abdullah Ocalan di têkilî û danûstandinên ku di çarçoveya pêvajoyê de werin kirin de hatine nirxandin.
Lêbelê, DEM Partî dibêje, li şûna qanûnek berfireh, rêziknameyek çarçoveyî ya ji 8 heta 10 madeyan ji bo rêkxistina pêvajoya veguhêztinê dê bes be.
Rêveberên partiyê hêvî dikin ku piştî betlaneyê têkiliyên xurtir di navbera partiyên siyasî de dest pê bikin.
Her çend tê payîn ku têkiliyên derbarê pêvajoyê de di rojên pêş de dewam bikin jî, niha bal li ser lihevkirina ku wê li Parlamentoyê were pêk werin û naveroka pêşnûmeya ku wê were amadekirin e.



