Şêniyên bajarokê Xirzêkê yê Hesekê li dijî rewşa jiyanî ya xirab, zêdebûna buhayê sotemeniyê û tunebûna derfetên kar, xwepêşandan li dar xist.
Xwepêşandêran ku rê girtin û teker şewitandin, bang li hikumetê kir ku çareseriyan ji rewşa aborî re bibînin û ji bo başkirina rewşa debarê bixebitin.
Duh jî şêniyên gundê Um Hicêra yê li ser rêya Hol-Hesekê jî bi heman armancê xwepêşandan li dar xistibû û rê girtibû.



