Însiyatîfa Nûn hewldanên xwe ji bo berbelavkirina fikrê Rêber Apo didomîne

Însiyatîfa Nûn a Ji bo Azadiya Rêber Apo di nava kar û xebatan de ye.
Berdevka Însiyatîfa Nûn a ji bo azadiya Rêber Apo Sewsen Şoman têkîldarî rewşa Rêber Apo axavî û CPT rexne kir û got: “Rêxistinên mafên mirovan li hember sûcên ku li Îmraliyê tên kirin, bêdeng in.”

Sûcên li dijî Rêber Abdullah Ocalan ku di Komployeke Navnetewî dîl hart girtin, di girtîgeha Îmraliyê de berdewam in.

Berdevka Însiyatîfa Nûn a ji bo azadiya Rêber Apo Sewsen Şoman têkildarî mijarê axivî.

Sewsen Şoman diyar kir ku ew ê 15’ê Sibatê ji rojeke bedbîn bikin salvegera serhildanê û got:

“Em careke din soz didin şopdarên felsefeya Rêber Abdullah Ocalan ku têkoşîna xwe bidomînin.”

Sewsen Şoman bal kişand li ser sûc û bipêkirinên li dijî Rêber Apo tê kirin û wiha domand:

“Bi nêrîna min şanoyek bû ku berê jê re amadekarî hatibû kirin.

Qanûna li Îmraliyê tê ferzkirin, qanûnek li gorî keyf û kîndariya desthilata Tirk e.”

Sewsen aşkera kir ku desthilata Tirk Rêber Apo ji “mafê hêviyê” bê par kir ku Dadgeha Ewropayê ji bo girtiyên muebbedê derxistiye.

Li dijî van sûcan, Sewsenê CPT rexne kir û anî ziman ku heta niha têkildarî rewşa wî tu daxuyanî nedaye û got:

“Rêxistinên mafên mirovan li hember van sûc û binpêkirina Tirkiyê, bêdeng in.”

Serdana Însiyatîfa Nûn a ji bo Meclisa Ewropayê

Têkildarî geşdanên girêdayî serdana Însiyatîfa Nûn ji bo Meclisa Ewropayê û hevdîtinên wê bi parlamenteran, Komîteya Parêzeran a Qibrisê, blokên rastgir û çepgir ên Fransayê de Sewsen bi bîr xist ku CPT daxwaza wan a serdanê red kiriye û wiha domand: “Parlamenterên ewropî eleqedariyeke mezin nîşanî doza Rêber Apo dan û di heman demê de gotin pêwîstiya doza wî bi biryareke siyasî heye.”

Hewldanên Însiyatîfa Nûn ên ji bo nasandina felsefeya Rêber Abdullah Ocalan

Li gorî Sewsenê însiyatîfa ku ji gelek çalakvan, siyasetmedar û lêkolînerên ji welatên cuda yên Rojhilata Navîn pêk tê, xebatên xwe ji bo belavkirina fikrê Rêber Apo bi awayekî berfirehtir zêde kirine ku semînerên girêdayî fikrên Rêber Apo ên ji bo doza rizgarkirina jinan li dar dixin.

Însiyatîfa Nûn: Rêber Apo jêdera rizgariya tevahî gelên azadîxwaze

Back to top button