Çalkvanên Cenevreyê: Hûn nikarin roja me tarî bin

Çalakiya rûniştinê ya bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Apo ku her roja Çarşemê li ber avahiya NY’ê li bajarê Cenevre yê Swîsreyê tê lidarxistin, didome.

Di çalakiya vê hefteyê de banga tevlîbûna meşa li bajarê Koln a Almanyayê ku bi dirûşmeya “Hûn nikarin tava me tarî bikin” bê lidarxistin, hate kirin.

Çalakvan Riza Çetînkaya têkildarî meş axivî û got:

“Gelê Kurd wê careke din xwedî li vîna xwe derkeve û vê pergala îşkenceyê hilweşîne.

“Werin em Kolnê bikin keleha berxwedanê”

Her wiha çalakgerên ku 24 roj in ji Parîsê heta Strasboûrgê dimeşin jî bang li hemû Kurdistanî û dostên wan kirin ku di vê têkoşîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo de Kolnê bikin keleha berxwedanê.

Mêşvanên Enternasyonal: Têkoşîna gelê Kurd têkoşîna me ye

Li aliyê din meşa enternasyonalîstan ku ji bo azadiya Rêberê Apo ji Baselê heta Strasboûrgê dest pê kir, di roja 4’emîn de li Selestatê dewam kir.

Enternasyonalîstan li ber Şaredariya Selestatê Komploya Navneteweyî bi daxuyaniyeke çapemeniyê dan û wiha gotin:

“Dewleta Tirk bi qirkirin û dagirkeriyê bersiv daye bangawaziyên çareseriya aştiyane ya pirsgirêka Kurd.

Ji ber vê yekê têkoşîna gelê Kurd têkoşîna me ye.”

Di daxuyaniyê enternasyonalîstan destnîşankirin ku heta Rêber Apo bi fîzîkî azad nebe wê têkoşîna xwe bidomînin.

Ji KNK’ê bang beşdariya meşa 17’ê Sibatê ya li Kolnê

Back to top button