Nûnerê Amerîkayê li Sûriyê û Iraqê Tom Barrack li Herêma Kurdistanê hevîditnên girîng pêk anîn.
Li wir bi Serokê YNK’ê Bafil Talebnî, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Serokê Herêmê Nêçîrvan Barzanî re civiya.
Di naveroka wan civînan de zêdetir behsa avakirina hikûmeta herêma Kurdistanê û aktîvkirina parlamentoyê hat kirin.
Piştî hevdîtinên li Bexdayê, Nûnerê Amerîkayê li Sûriyê û Iraqê Tom Barrack berî da Herêma Kurdistanê.
Pêşî, bi Serokê YNK’ê Bafil Talebanî û cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî re civiya.
Di wir de, lihevkirina di navbera Amerîka û Îranê bi gaveke girîng bo aramiya herêmê bi nav kir.
Bafil Talebanî nîgeraniya xwe derheqê avakirina kabîneya nû ya hikûmeta Herêma Kurdistanê de nîşan da û diyar kir ku rewabûn û baweriya bi hikûmeta heyî bûye cihê gumanê.
Piştî wê jî Tom Barrack bi Serokê PDK’ê Mesûd Barzanî re hevdîtin pêk anî.
Her wekî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li Hewlêrê bi Barrack re civiya.
Di wê hevdîtinê de, Fermandarê Koalîsyona Navneteweyî General Kevin Lambert û Balyozê Amerîka yê li Bexdayê yê wekelet Joshua Harris, amade bûn.
Herdu aliyan behsa rewşa herêma Kurdistanê, Iraq û tevahiya herêmê kir.
Aliyan li hev kir ku pêwendiyên bazirganiyê di navbera Amerîka, Iraq û Herêma Kurdistanê de berdwam bikin û hebûna kampaniyên amerîkî bi taybet di warê enerjiyê de zêde bikin.
Her wekî aliyan girîng dît ku Parlamentoya Herêma Kurdistanê aktîv bibe û dawî li xetimîna siyasî were anîn û li gorî wê kabîneya hikûmetê di demeke nêzîk de ava bibe.
Bi heman mijaran, Tom Barrack li gel Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî civiya û bêtirî xwe behsa aramiya herêmî kir.
Berî van hevdîtinan, Tom Barrack li Tirkiyê bi Wezîrê Derve Hakan Fîdan û Wezîrê Derve yê Hikûmeta Demkî ya Sûriyê Esed Şêbanî re civiyabû.



