Li gelek deverên Sûriyê tundî, kuştin û tevliheviya ewlehiyê bi dawî nebûye.
Li hin deveran komên çekdar êrişî welatiyan û milkên wan kirin û li deveran jî, ji ber mayinan, bûyerên kuştinê rû dan.
Li gundê Resas ê li rojavayê Siwêdayê 4 kes dema di nava zeviyên çandiniyê de dixebitîn, di encama teqîna mayînekê de jiyana xwe ji dest dan û hin kes jî birîndar bûne.
Hate zanîn ku birîndar veguhastine nexweşxaneyên bajar.
Li şamê serokê beşa qesra dadê di teqînekê de birîndar bû
Her wekî Serokê Beşa Qesra Dadê ya Herêma Bebîla ya gundewarên Şamê Selah l Salihdi encama teqandina bombeyekê di erebeya wî de, birîndar bû.
Medyaya ser bi hikumeta demkî ya Sûriyê ev yek piştrast kir
Li gelek deverên Sûriyê pêleke nû ya tundî û tevliheviyên ewlehiyê
Li hêlekî din, li gundewarên Hums, Idlib, Hema, Şam, Heleb û hin herêmên din êrişî welatiyan, malan û dikanan hatin kirin.
Li taxa Iş El Werwerê ku piraniya niştecihên wê Elewî ne, êrişî milkên taybet hatin kirin.
Li bajarê Cisir el Şixûr ê gundewarên Idlibê jî dîmenê êrişa li ser welatiyan û kaşkirina wan li nava kolanan hatin belgekirin.
Li bajarokê Tîba Îmam ê gundewarê Hemayê û bajarê Tedmur jî tevlihevî derketin, dikan û erebeyên sivîlan hatin şewitandin.
Heya niha derbarê bîlançoya qurbaniyan û zerarên çêbûne de tu daxuyaniyên fermî nehatin dayîn.



