Li gelek deverên Sûriyeyê pêleke tundî û tevliheviyên ewlehiyê rû dide.
Li hin deveran komên çekdar êrişî welatiyan û milkên wan kirin.
Di encamê de birîndar û zerarên madî çêbûn.
Li gundewarên Hums, Idlib, Hema, Şam, Heleb û hin herêmên din êrişî mirovan, malan û dikanan hatin kirin.
Li taxa Iş El Werwerê ku piraniya niştecihên wê Elewî êrişî milkên taybet hatin kirin.
Her wiha Li bajarê Cisir el Şixûr ê gundewarên Idlibê dîmenê êrişa li ser mirovan û kaşkirina wan li nava kolanan hatin belgekirin.
Di heman demê de li bajarokê Tîba Îmam ê gundewarê Hemayê û bajarê Tedmur yê gundewarê Humsê jî tevlihevî derketin, dikan û erebeyên sivîlan hatin şewitandin.
Heya niha der barê bîlançoya qurbaniyan û zerarên çêbûne de tu daxuyaniyên fermî nehatin dayîn.
Lê Hêzên Ewlekariya Hundirîn tenê banga kêmkirina rageşiyê û bidawîkirina tevliheviyê kir.



