Li Reqayê hejmareke çekdaran bi çekên destan û bombeyan êrişî navenda Ewlehiya Giştî ya girêdayî Hikûmeta Demkî ya Sûriyê kir.
Li gor agahiyan, yekî ji çekdaran xwe li wê derê teqand û yek jî hat kuştin.
Berdevkê Wezareta Hundirîn Nûredîn Baba got ku di encama êrişê de wekî agahiyên destpêkê 2 endamên wan hatine kuştin û hejmarek birîndar bûye.
Çavdêriya Sûriyê ya Mafên Mirovan eşkere kir ku tê texmînkirin ku DAIŞ’ê ev êriş pêk aniye.
Her wekî da zanîn ku hevdemî vê êrişê tevlîhevî û seferberiyeke ewlehiyê di nava bajar de rû da.
Roja 19’ê adarê jî hêzên girêdayî hikûmeta demkî bi ser herêma Mozan a girêdayî Dêra Zorê de girt û 2 kes bi tawana pêkanîna êrişên çekdar girtin.



