Wezareta Aborî û Pîşesaziyê ya hikumeta demkî ya Sûriyeyê biryarek da ku hejmara nanan di tûrikekî de ji 10 nan daxe 8‘an bêyî ku bihayê were kêmkirin.
Wezareta Aborî û Pîşesaziyê ya hikumeta demkî ya Sûriyeyê biryarnameyek li rêveberiyên bazirganiya navxweyî û parastina mezêxeran li parêzgehan belav kir.
Li gorî biryarnameyê, ji 20’ê Hezîranê (2026) ve, hejmara nanan di tûrikekî de ji 10 nanan dadixin 8‘an.
Di biryarnameyê de hatiye gotin: “Biryar ji ber bilindbûna lêçûnên pêdiviyên hilberandina nan û heqdestê karkeran hate dayîn.”
Her wiha hate destnîşankirin ku buhayê tûrikekî nan wekî xwe (4 hezar lîre) dimîne.
9‘ê Gulanê jî wezaretê giraniya tûrikekî nan ji hezar û 200 gramî daxist hezar û 50 gramî, lê buha û hejmara nan wekî xwe mabûn.
Bernameya Pêşveçûnê ya Neteweyên Yekbûyî (UNDP) di rapora xwe ya dawîn de destnîşan kir ku ji sedî 90’ê sûriyeyiyan di nav xizaniyê de dijîn û rêjeya bêkariyê ji sedî 25 e.



