Parêzger Nûredîn Ehmed û rêveberê giştî yê Şîrketa Depokirin û Belavkirina Madeyên Petrolê ya Sûriyê Ekrem Hemûdê li hev civiyan.
Di civînê de, ji bo karîgeriya xebata sazûmanî were zêdekirin û xizmetên girêdayî qada sotemeniyê werin pêşvebirin nîqaş hatin kirin.
Şandeyeke Gerînendetiya Sotemeniyê ya Rêveberiya Xweser li parêzgahê jî amade bû.
Û li ser rêbaz û gavên pêwîst ji bo temamkirina pêvajoya entegrasyonê û mekanîzmayên hevrêziya di navbera aliyên peywendîdar de nîqaş kirin.
Her wiha li ser çalakkirina şaxê şîrketê li parêzgehê gotûbêj kirin û gotin:
“Divê hemû alî bi hev re bixebitin da ku pêvajoya entegrasyonê bi ser bi keve û aramî li herêmê çêbe.”



