Rojnameya Mearîf a Israîlî li ser zimanê hin çavkaniyan ragihand ku Serokwezîrê Israîlê Binjamin Natenyahu qebûl nekiriye hêzên xwe ji Sûriyê û hin deverên başûrê Libnanê vekişîne.
Heman çavkaniyan diyar kir ku Serokê Amerîkayê Donald Trump û Natenyajhu axivîne û behsa jinûve xêzkirina dosyên ewlehiyê li Rojhilata Navîn kirine.
Li gor rojnameyê, Trump ji Natenyahu xwestiye ku hêza xwe ya leşkerî li herêmê kêm bike da ku eniyeke nû a şer venebe, lê Nateneyahu daxwazên Trump red kiriye.
Her wekî Natenyahu ji Trump re ragihandiye ku vekişîna ji herêma tampon a li Colanê xeta wan a sor e.
Her wekî destnîşan kiriye ku hebûna Israîlê li wan herêman ji bo rêgirtina li ber bicihbûna Îranê û komên girêadyî wê ye.
Heman rojnameyê diyar kir ku Netenyahu dibîne ku vekişîna wan herêmên di bin kontrola wan de dê valahiyeke ewlehiyê çêke û dijminên Israîlê bi kar bîne.



