Berdevkê Tîma Serokatiyê ji bo şopandina Peymana 29’ê çileyê Ehmed Hîlalî derheqê rewşa petrolê de agahî dan.
Hîlalî got ku li kêleka kampanya amerîkî HKN dê kampanya Cizîrê jî li Rojavayê Kurdistanê di warê hilberîna petrolê de bixebite.
Hîlalî di hevpeyvînekê diyar kir ku Komapnya Petrolê ya Sûriyê SPC êdî zeviyên petrolê li Cizîrê werdigre.
Her wekî eşkere kir ku kopmanya amerîkî ya HKN jî wekî aliyê rêvebir ê bikaranîna bîrên petrolê û pêşxistina maşîneyên wê ye.
Bi gotina Hîlalî, Kopmanya Cizîrê ya girêdayî Rêveberiya Xweser jî dê cihê xwe di nava van xebatan de bigire û ew jî beşekî hilberîna petrolê be.
Hîlalî her wiha dibêje ku dê heta 2 mehan ev proseya entgrasyonê bi dawî bibe.



