Li Berlînê amadekariyên ji bo meşa Kolnê qediyan

Hevserokê Meclîsa Kurdistaniyên Azad a li Berlînê Huseyîn Yilmaz diyar kir ku ji bo meşa Kolnê ya 17’ê Sibatê amadekariyên wan qediyane û got: “Weke Meclîsa Nav Berlînê em bang li her kesî dikin ku tevlî meşê bibin.”
Her wiha Serokê Giştî yê Civaka Îslamî ya Kurdistanê-CÎK Hafiz Ahmed Tûrhalli jî bang li gelê Kurd kir ku xwedî li doza xwe û Rêberê xwe derkevin û got: “Divê Kurdên li Ewropayê hemû tevlî meşa li Kolnê bibin.”

Ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî ya ku di 15’ê Sibatê de li dijî Rêber Apo pêk hat, wê 17’ê Sibatê meşeke navendî li bajarê Kolnê yê Almanyayê were lidarxistin.

Hevserokê Meclîsa Kurdistaniyên Azad a li Berlînê (Nav Berlîn) Huseyîn Yilmaz derbarê meşê û amadekarên wê de axivî.

Huseyîn Yilmaz diyar kir ku gelê Kurd wê tevî dostên xwe li Kolnê bi meş û mîtîngê nîşan bidin ku li dora Rêber Apo li hev kom bûne û êdî dema azadiya wî hatiye û got:

“Li Berlînê jî amadekariyên ji bo meşê qediyane.

Otobus hatin amadekirin.

Serdana mal, dikandar û civînên gel hatin kirin.

Weke Meclîsa Nav Berlînê em bang li her kesî dikin ku tevlî meşê bibin.”

CÎK: Em bang li gelê Kurd dikin ku xwedî li doza xwe derkevin

Her wiha Serokê Giştî yê Civaka Îslamî ya Kurdistanê-CÎK Hafiz Ahmed Tûrhalli jî bang li gelê Kurd kir ku xwedî li Rêberê xwe û doza xwe derkevin û got:

“Meha Sibatê ji bo Kurdan meheke reş e ji ber ku Komploya Navneteweyî di vê mehê de pêk hat.

Kurdan piştî demeke dirêj bi rêbertiya Birêz Ocalan dest bi têkoşîneke neteweyî kirin.

Dewleta Kemalîst di 15’ê Sibata 1999’an de piştgiriyeke xurt ji dewletên rojavayî wergirt û ev komplo pêk anî.

Divê hemû gelê me yê li Ewropayê tevlî meşa li Kolnê bibin.”

Back to top button