Ev 113 roj in ti agahî ji rojnamevan Silêman Ehmed nayê girtin

Ev zêdetirî 3 meh in tu agahî ji Rojnamevan Silêman Ehmed nayê girtin.
Tişta diyar ku ji aliyê hêzên PDK’ê ve hatiyê revandin û heta niha tu kes tiştek li ser wî nizane.
Parêzerê Silêman Ehmed, Nerîman Ehmed Reşîd derbarê revandina Silêman Ehmed de axivî û got: “Ji bo hevdîtina bi Silêman Ehmed re, em ê di demeke nêz de serî li Dadgeha Federal ya Iraqê bidin.”

Silêman Ehmed rojnamevanekî ji rojavayê Kurdistanê ye.Erka wî di ajansa Rojnews’ê de edîtorê beşa erebî bû.

Silêman 25’ê Cotmehê dema xwest di deriyê Pêş Xabûr re derbasî Başûr bibe, ji aliyê hêzên PDK’ê ve hat revandin û ev 113 roj in aqûbeta wî nayê zanîn.

Tevî serdana parêzerên wî û banga raya giştî lê mixabin PDK’ê rê nade ti kes hevdîtinê li gel wî bike.

“Ji ber zextê daxuyanî dan lê destûra hevdîtinê nedan”

Têkildarî vê yekê parêzerê wî Nerîman Ehmed Reşîd diyarkir ku ji destpêka girtina Silêman Ehmed heta îro hewldanên wan hene ku xwe bigihînin Silêman Ehmed.

Her wiha Nerîman Ehmed balkişand li ser qanûnên Iraqê û Başûrê Kurdistanê û got:

“Piştî 24 saetan parêzer dikarin hevdîtinê pêk bînin. Agahî me girtibû ku Silêman Ehmed li Asayîşê hatiye girtin.

Lê Asayîşê her tim digot ‘li vir nîn e’.

Piştî hewldan û zextên raya giştî neçar man ku daxuyaniyeke bidin û bibêjin Silêman Ehmed me desteser kiriye.”

Parêzerê Silêman Ehmed dê serî li dadgeha federal a Iraqê bide

Parêzer Reşîd destnîşan kir ku piştî daxuyaniyê dîsa serlêdana asayîşa Dihokê kirine, lê mixabin destûra parêzeran nehatiye dayîn û wiha got:

“Me 2 caran serî li Dadgeha Dihokê kir û 2 caran jî dadger biryara daxwaznameya me ya hevdîtina Silêman Ehmed da.

Li gorî qanûna darazê ya Iraqê madeya 40’an divê her aliyek li gorî biryara dadger bimeşe lê PDK li gor vê yekê tevnagere.”

Di dawiyê de Nerîman Ehmed diyar kir ku ji ber bêhiqûqiya PDK’ê wê di demekê herî nêz de serî li Dadgeha Federal a Iraqê bidin.

Ji rojnamevan Silêman Ehmed 112 roj agahî nayên girtin

Back to top button