Hêlîn Umît: Îsal hem em hem jî hêzên komploger dixwazin encamê werbigirin

Endama Komîteya Navendî ya PKK’ê Hêlîn Umît li ser komploya navneteweyî axivî.
Helîn Umît got: “Divê her kes ji bo azadiyê bixebite.
Divê Kurd ji bo azadî û demokrasiyê, ji bo xwe tevlî meşa 17’ê Sibatê ya li Kolnê bibin.”

Endama Komîteya Navendî ya PKK’ê Hêlîn Umît bi wesîleya salvegera 25’an a komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê beşdarî televîzyona Medya Haberê bû û nirxand kir.

Hêlîn Umît di destpêkê de berxwedana Rêber Apo silav kir û şehîdên ku ‘Hun Nikarin Roja Me Tarî Bikin’ bi bîranî.

Hêlîn Umît anî ziman ku wan bi îdîa û biryardariya parçekirina plana komploya navneteweyî dest bi sala 2024’an kirin û ev tişt anî ziman:

“Xuya ye sala 2024’an saleke welê ye ku hem em hem jî hêzên komploger dixwazin encamê werbigirin.

Ji ber vê yekê ji bo karibin komployê nû bikin li herêmê liv û tevgereke cidî heye.

Bala xwe bidin ser; destpêkê Musteşarê MÎT’ê Îbrahîm Kalin, piştre jî Serokê Fermandariya Giştî Yaşar Guler li herêmê geriyan. Yanî serdana Iraqê kirin.

Di vir de dixwazim balê bikişînim ser vê yekê. Xusûsa girîng ev e. Komplo dema ku sala 1999’an hate plankirin jî liv û tevgereke bi vî rengî hebû.”

Helîn Umît: Çalakiyên ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo tên kirin girîngin

Di dewama axaftina xwe de Hêlîn Umît bal kişand ser çalakiyên ji bo azadiya Rêber Apo li welêt û derveyî welêt têne lidarxistin û got:

“Çalakiya ku li Kurdistanê di bin navê ‘Meşa Mezin a Azadiyê’ de hate lidarxistin, gelekî hêja ye.

Li Ewropayê jî ciwanên enteransyonal dest bi meşekê kirine ew çalakî jî gelekî girîng e, wan silav dikim. Divê meşa xwe dewam bikin, mezin bikin.”

Hêlîn Umît: Ji bo meşa 17’ê Sibatê divê her kes bênavber bixebite

Endama Komîteya Navendî ya PKK’ê Hêlîn Umît di dawî de wiha bahsa girîngî ya meşa 17’ê sibatê kir.

“Meşa li Kolnê bêguman girîng e. Divê ev yek baş were fêhmkirin.

Ji bo mirov azad bibe divê bikeve nava liv û tevgerê yanî ne ji bo hinekan.

Ne ku weke minetekê vê bike, ne ku bibêje ez ji bo Kurdan tevlî vê çalakiyê dibim..

Divê ji bo azadî û demokrasiyê, ji bo xwe, yanî ji bo rûmeta xwe, ji bo hebûna mirov a bi îrade tevlî bibe.

Ji bo 17’ê Sibatê mîtîngeke bi heybet pêk were, her kes bênavber bixebite.”

KJK: Divê jin û gelê me ji bo azadiya Rêber Apo sefer bibin

Back to top button