KJK: Divê jin û gelê me ji bo azadiya Rêber Apo sefer bibin

KCK’ê, NPG’ê û KJK’ê di sala 25’an de komploya navnetewî şermezar kirin.
Di daxuyaniyan de ji bo azadiya Rêber Apo banga xurtkirina têkoşînê û beşdarbûna çalakiyan hate kirin.

Koordînasyona KJK’ê diyar kir armanca hêzên komploger ew bû ku di şexsê Rêber Apo de tevgera azadiyê ya Kurd biqedînin û bikaribin destwerdanê li Kurdistanê û Rojhilata Navîn bikin.

KJK’ê da zanîn komploya navneteweyî bi berxwedana Rêber Apo û rêbaza wî ya têkoşînê hate pûçkirin û wiha got,

“Li dijî hêzên modernîteya kapîtalîst paradigmaya azadiyê ya Rêber Apo bûye deriyê jiyana azad a jin ber bi wê ve diherikin. Komploya navnetewî di rastiyê de komployeke li dijî hemû jinên li pey jiyana azad bûn. Ji bo vê divê jin û gelê me li dijî komployê û tecrîdê têkoşînê bilind bikin û ji bo pêk anîna azadiya Rêber Apo sefer bibin.”

Salvegera 25. a Komploya Navnetewî ya li dijî Rêber Apo

Back to top button